Ji bo penaberan

Em bi şîret û agahiyan piştgiriyê didin penaberên astengdar û xizmên wan. Em jî piştgirî didin komeke xweparastin û xwerêveberiyê. Di van koman de penaberên astengdar û xizmên wan girêdayî mafên xwe ne û hev xurt dikin.

Pêşniyara me ji bo penaberên astengdar:

Şîret

Em ji bo penaberên astengdar û xizmên wan şîreta destpêkê ya telefonê û bêpere pêşkêş dikin. Em pêşniyarê li pirsên li ser sîstema alîkariyê ya Almanî ji bo astengdaran dikin. Herweha, em piştgirîya we dikin da ku hûn bi pêşnîyarên alîkarîyê yên herêmî û guncan re bikevin têkiliyê.

Agahiyên ji bo penaberên astengdar û xizmên wan

Gelek penaberên astengdar û xizmên wan dema tên Almanyayê, di hemberî zehmetiyeke mezin tên: Ez çawa dikarim alîkarî û piştgiriyê bigirim?

Li vir hûn ê agahdariya herî girîng li ser alîkariya ji bo penaberên astengdar li Almanyayê bibînin.

Agahdarî bi Almanî, Îngilîzî, Erebî, Farisî, Kurdî, Fransî, Tirkî, Ukraynî û Rûsî hene.

Koma NIHA! Ne Bêyî Me

Em komeke xweparastinê ya penaberên astengdar û xizmên wan in. Em xwedî li mafên xwe yên siyasî, rêveberî û civakî derdikevin. Armanca me ya hevpar heye: Em dixwazin rewşa jiyana penaberên astengdar û xizmên wan ên li Almanyayê bêtir bikin.